Iraq: Îsraîl li Girên Colanê binpêkirina hiqûqa navnetewî dike

Wezareta Karên Derve ya Iraqê hewldanên Îsraîlê ya ji bo bi cihbûn û xwe berfirehkirina li Girên Colanê şermezar.

Iraq: Îsraîl li Girên Colanê binpêkirina hiqûqa navnetewî dike
16 kanûn, 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, têkildarî siyaseta Îsraîlê ya li ser Girên Colanê yê li Sûriyeyê ku dagirkirî, daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de hewldanên Îsraîlê yên ji bo bi cihbûn û xwe berfirehkirina li Girên Colanê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev gav binpêkirina huquqa navneteweyî ye û wiha hate gotin: “Biryara hikûmeta Îsraîlê ya berfirehkirina wargehên li Girên Colanê binpêkirina biryarên rewatiya navneteweyî ye.

Colan beşek ji axa Sûriyê ya dagîrkirî ye. Her pêngavek ku bi mebesta guhertina statuya qanûnî û demografîk a vê derê were kirin, derqanûnî tê dîtin.”

Iraqê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember binpêkirinên Îsraîlê yên li Girên Colanê helwesteke cidî nîşan bidin.

Iraqê tekezî kir ku ji bo parastina serweriya Sûriyeyê û dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê divê gavên bibiryar bên avêtin.

Hêjayî gotinêye ku rojane bê navbera dewleta Tirk a dagirker serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê dike û xak û welatiyên Herêm û Iraqê bombebaran û topbaran dike.

 Bi anîna sewqiyatên mezin ên leşkerî û çekên giran dagirkeriya xwe ya li nav Herêma Kurdistanê û Iraqê berfirehtir û kûrtir dike. Lê ne hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ne jî hikûmeta Iraqê helwest û bertekek pêwîst nîşan nedane. Ya sosret ewe ku daxuyaniya hikûmeta Iraqê di demek wiha deye çav û guhê xwe li dagirkeriya di nava welatê xwe de digire û ji bo rêgirîkirina dagirkeriya li nav Sûriyeyê de bertekên tund nîşan dide.