Rojnameyên erebî: Biryara 2254’an di rêza herî pêş a gotûbêjan de ye

Piraniya civînên Ereban û aliyên rojavayî, îşaret bi pêkanîna biryara 2254’an ya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî çareseriyeke siyasî ya krîza Sûriyeyê kir, di heman demê de bandorên rûxandina rejîma Beşar Esed li ser hevalbendên wî hîn jî têne gotûbêjkirin.

Rojnameyên erebî: Biryara 2254’an di rêza herî pêş a gotûbêjan de ye
16 kanûn, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijara Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esed kir û bal kişand ser rewşa siyasî, aborî û leşkerî ya vî welatî.

Rojnameya El Nehar a Lubnanê, serdana nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya li Şamê ya roja yekşemê şîrove kir û diyar kir ku ev serdan roja piştî civîna Aqabayê pêk hat ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken, wezîrên Ereb û yên ewropî û yê dewleta Tirk beşdar bûbûn. Civîn ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina Beşar Esed bû.

Rojnameyê diyar kir ku di civînê de tekezî li ser biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an ku di sala 2015’an de derketiye, hatiye kirin ku ew biryar der barê mekanîzmaya derbasbûneke aram a li Sûriyeyê de ye. Ev biryar ku li ser kaxizê ma û nehat pêkanîn “Îro derfet heye ku em vegerin biryara Neteweyên Yekbûyî wekî lêvegerekê ji bo pêvajoya derbasbûna siyasî.”

‘HILWEŞÎNA ESED HIZBULLAH JI HÊZEKE SEQET VEGUHERAND RÊXISTINEKE ÇEKDAR A PÛÇ’

Rojnameya El Ereb bi vî sernavî behsa zehmetiya vegerandina Hizbullaha Lubnanê û hêz û karîna wê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed kir.

Rojnameyê îşaret pê kir ku ev partî, ji ber êrişên Îsraîlê ku serkirdeyên wê kirin armanc, pir lawaz bûbû û nekarî alîkariya rejîma Esed bike.

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Rayedarên Hizbullahê ji geşedanên li Sûriyeyê gelekî dilgiran in, lê vê yekê nîşan nadin û hewl didin yekitî û hêzê nîşan bidin. Lê çavdêr û pispor di wê baweriyê de ne ku êrişên Îsraîlê ev partî seqet kiriye û hilweşîna Esed jî veguherandiye rêxistineke çekdar a pûç.”

‘PARÊZER LI PEY ŞOPA SAMANÊN MALBATA ESED IN’

Rojnameya El Şerq El Ewset ji rojnameya Wall Street Journal veguhast ku parêzerên mafên mirovan ji bo dîtina samanên ku malbata Esed di pêvajoya desthilatdariya 50 salan de berhev kiriye, hewldanan dikin da ku li gelê Sûriyeyê vegerînin.

Li gorî berpirsên berê yên Amerîkayê, parêzer û rêxistinên lêkolînê yên ku lêkolîn li ser samanên malbata Esed kiriye, hatiye dîtin ku bi rêya xizmên Beşar Esed li seranserî cîhanê pir tişt kirîne; malên li Rûsyayê, otelên bûtîk ên li Viyanayê û balafireke taybet a li Dubaiyê.

Li gorî rojnameyê "Tê texmînkirin ku serweta malbata Esed 1-12 milyar dolar be.”