Pedesen bi Ehmed El Şerii (Colanî) re civiya

Nûnerê NYˈê yê Sûriyeyê Geir Pedersen ku çûye Şamê, bi Ehmed El Şerii (Colanî) re hevdîtin kir.

Pedesen bi Ehmed El Şerii (Colanî) re civiya
16 kanûn, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen duh çû paytexta Sûriye Şamê. Pedersen li vir bi Ehmed El Şerii (Ebû Mihemed El Colanî) hevdîtin kir û mijarên girêdayî siberoja Sûriyeyê nîqaş kirin.

Ehmed El Şerii xwest biryara 2254ˈan li gorî guhertin û pêşketinên siyasî yên li Sûriyeyê were nûkirin. Her wiha destnîşan kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî û siyasî yên li Sûriyeyê divê tevkarî were xurtkirin, yekîtiya xaka Sûriyeyê were parastin, piştevaniya hewldanên jinûve avakirina Sûriyeyê were kirin û geşkirineke aborî ya mayînde were pêkanîn.

El Şerii anî ziman ku pêwîstiya pêvajoya heyî eleqeyeke taybet bi proseya siyasî ya veguhêz û jinûve avakirina saziyan pêwîst dike da ku pergaleke hikumetê ya bihêz û aktîv were avakirin.

Têkildarî koçberan jî Ehmed El Şerii got, ji bo vegera hêsan a koçberan divê desteka aborî û siyasî were pêşkêşkirin û hewayek ewle ji bo vegera wan a li cihê wan were peydakirin.

Ehmed El Şerii her wiha got "Avêtina van gavan divê bi hişyarî û baldariyeke mezin bin û di bin çavdêriya ekîpên pisporê çêbibe da ku serkeftina wan misoger bibe û bigihîje encamên xwe."

Ehmed Şerii diyar kir ji bo mîsogerkirina çareseriyên siyasî û aborî û sazûmanî yên mayînde hemahengiyeke domdar bi civaka navneteweyî re pêwîst e.

(bb)