Îranê ji bo kêmkirina rageşiya bi DYA’yê re pêşniyar wergirtin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî îro ragihand ku Îranê ji navbeynkaran pêşniyarên ji bo agirbest û kêmkirina rageşiya bi Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) re wergirtine.

Îranê ji bo kêmkirina rageşiya bi DYA’yê re pêşniyar wergirtin
20 tîrmeh, 2026   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Îranê ji navbeynkaran pêşniyarên ji bo agirbest û kêmkirina rageşiya bi DYA`yê re wergirtine.

Bekayî bersiva pirsek li ser hebûna pêşniyarên agirbestê bi DYA`yê re da û got: "Pêşniyar hene û me ew wergirtine, lê ez ê nekevim nav hûrgiliyan.”

Bekayî diyar kir ku navbeynkar ji bo kêmkirina rageşiya ku di Tîrmeha îsal de di navbera Tehran û Washingtonê de zêde bûye, dixebitin.

(k)

ANHA