Li Hesekê jenerator rawestiyane

Li gorî Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Gel, jeneratorên li bajarê Hesekê ji ber kêmbûna mazota ku ji wan re hatiye veqetandin, rawestiyane.

Li Hesekê jenerator rawestiyane
20 tîrmeh, 2026   12:58
HESEKÊ

Îro jeneratorên li Hesekê ji ber ku mazota ku ji wan re hatiye veqetandin negirtine, rawestiyan.

Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Gel a Hesekê diyar kir ku rêveberiya sotemeniyê (SADCOP) li Hesekê îro sotemeniya ku ji bo jeneratoran hatiye veqetandin, belav nekiriye, ev yek bûye sedema rawestandina jeneratoran û qutbûna elektrîkê li bajêr.

Ev pirsgirêk di vê mehê de çend caran ji ber derengmayîn an rawestandina belavkirina mazotê dubare bûye û bûye sedema rawestandina jeneratoran û qutbûna elektrîkê.

(k)

ANHA