Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
20 tîrmeh, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava ve Îmraliyê bi rê ket.

Dihat payîn ku Heyet di 23yê Tîrmehê de biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Lê hate zanîn ku ji ber lez û beza pêvajoyê û nêrîn û pêşniyazên Ocalan ên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî, Heyet îro dê hevdîtinê bike.

Heyet herî dawî di 24ê Gulanê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.