Bîlançoya êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê 1500 kuştî derbas kir

Bîlançoya kuştiyên êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê, ku ji 2’ê Adarê 2026’an ve dest pê kir, gihîşt 1530 kesî.

Bîlançoya êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê 1500 kuştî derbas kir
7 nîsan, 2026   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku ji destpêka şerê Îsraîl-Hizbullahê ya ji 2ˊyê Adara 2026ˊan de zêdetirî 1500 kes li Lubnanê hatine kuştin.

Wezaretê daxuyand ku hejmara giştî ya kuştiyan heta 7ˊê Nîsanê derketiye 1530 kesî, di nav de 57 xebatkarên tenduristiyê, 130 zarok hene û 4812 kes jî birîndar bûne.

(fr)