Îranê daxwaza bidawîkirina şer û serbestkirina mal û milkên cemidandî kir

Îranê ragihand ku wê di bersiva xwe ya ji bo pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de daxwaza bidawîanîna şerê li herêmê, rakirina dorpêça deryayî û serbestkirina mal û milkên xwe yên cemidandî yên li derveyî welêt kiriye.

Îranê daxwaza bidawîkirina şer û serbestkirina mal û milkên cemidandî kir
11 gulan, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro ragihand di bersiva xwe ya ji bo pêşniyara dawîn a DYA`yê de, daxwaza bidawîanîna şerê li herêmê û serbestkirina mal û milkên Îranê yên li derveyî welêt ên cemidandî kir.

Berdevkê wezaretê Îsmaîl Bekayî di civîneke çapemeniyê de got Îranê "tu tawîz nexwestine, lê belê mafên xwe yên rewa xwestine" û destnîşan kir ku Îranê rawestandina şerê li herêmê û bidawîkirina dorpêça deryayî ya DYA`yê xwestiye.

(k)