Bawernameyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser dê werin naskirin

Piştî rêzecivîn û nîqaşên di navbera komîteyên Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de, mijara naskirina bawernameyên ku ji hêla saziyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, gihaştiye qonaxeke girîng.

Bawernameyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser dê werin naskirin
11 gulan, 2026   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên ku ji civînên di navbera komîteyên entegrasyonê û saziyên perwerdeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de agahdar in, ji ajansa me re ragihand ku nîqaşên ku ji destpêka Gulanê ve têkildarî naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser hatine kirin, encamên erênî dane.

Di 10 rojên borî de li Hesekê û Şamê civîn ji bo gotûbêjkirina mekanîzmaya pejirandin û naskirina bawernameyên saziyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser, di navbera komîteyên entegrasyonê yên her du aliyan û Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a hikumeta demkî de hatin lidarxistin.

Çavkaniyan piştrast kir ku di encama civînan de lihevkirinek çêbû ku naskirin û pejirandina bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn çêbû, were ragihandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku biryar li benda îmzeyên dawîn ên rayedarên hikumetê yên têkildar in û dê di nav çend rojan de werin ragihandin.

(k)