Îran û Tirkiye; li hember nakokiyên îdeolojîk lihevkirinên ji bo berjewendiyan

Lêkolîneran diyar kir ku di navbera Îran û Tirkiyeyê de têkildarî hegemonya û kontrolkirina herêmê, rageşî heye. Her wiha destnîşan kirin ku ruxmî wê rageşiyê jî li ser gelek dosyayan li hev dikin.

Îran û Tirkiye; li hember nakokiyên îdeolojîk lihevkirinên ji bo berjewendiyan
1 sibat, 2024   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyeyê Kerem Seîd diyar kir ku serdana Îbrahîm Reîsî ji bo Tirkiyeyê di çarçoveya lihevkirina her du aliyan de li ser birêvebirina şerê li Xezayê û baldariya her du dewletan li ser xurtkirina hevkariyê di gelek dosyayan de, di serî de projeyên enerjiyê, pêk hat. 

Kerem Seîd wiha got: "Li gel cezayan, Tirkiye ji bo Îranê şirîkê aborî ye. Her wiha pêwîstiya Tirkiyeyê bi xurtkirina têkiliyan bi Îranê re heye, bi taybet di mijarên wekî projeyên enerjiyê û gazê de. Nemaze ku hêzên rojavayî ceza li Moskovê birîn û hewl da saktora enerjiyê ya Rûsyayê hedef bigirin. Tê zanîn ku Tirkiye bi awayekî sereke pêdiviyên xwe yên saktora enerjiyê ji Rûsyayê, dûre ji Îranê peyda dike."

Seîd ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo xurtkirina têkiliyên bazirganiyê Reîsî serdana Tirkiyeyê kir. Her wiha dixwaze têkiliyên xwe yên herêmî jî xurt bike piştî ku bi Erebistana Siûdî re li hev kir û nakokiyên bi dewletên Kendavê re aram bike."

Bi nêrîna Seîd gelek dozên nakok hene ku rê li pêşiya pêşketina têkiliyan di navbera her du welatan de digirin, di serî de nakokiyên li ser Sûriyeyê, piştgiriya wan a aliyên cuda yên aloziya Sûriyeyê û rageşiyên li Asyaya Navîn.

Seîd diyar kir ku rageşiyek li ser serdsetiya li herêmê heye, ji ber ku her du welat dixwazin herêmê kontorl bikin û bi rêve bibin û got: "Li Iraqê jî rageşiyeke mezin heye, rexneyên domdar ji aliyê şepelên siyasî yên alîgirên Îranê li ser destwerdanên Tirkiyeyê di Iraqê de hene. Ev rageşiyên sereke, xwe ferz dikin û bi awayekî neyînî bandor li têkiliyên Tirkiye û Îranê dikin."

Li gorî Seîd, tu nakokî yan jî rageşî di navbera her du welatan de li ser hedefgirtina Kurdan a li Sûriyeyê û Iraqê tune ye, berovajî wê ev mijareke sereke ya her du welatan e û ji bo Tirkiyeyê girîntir e.

Seîd wiha pê de çû: "Nakokiyên kûr li ser çareserkirina aloziya Sûriyeyê hene. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku divê tevahî aliyên xwecih ên alîgirên wê tev li çareseriya siyasî bin. Îran jî dixwaze El Esed li ser desthilatê bimîne ji ber ku berjewendiyên wê dabîn dike."

Girêdayî tevgerên Tirkiye li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û li Başûrê Kurdistanê Seîd diyar kir ku ev tevger girêdayî têkbirina kurdan e.

Seîd îşaret bi tevgerên Îranê li rojavayê Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku Îran, dixwaze hevsengiyên stratejîk ên li Sûriyeyê kontrol bike û got: "Rast e lihevkirine rûsî-îranî li ser piştgiriya El Esed heye lê di heman demê de nakokî jî hene. Her du welat dixwazin hegemoya xwe li Sûriyeyê li ser hesabê yê din dabîn bike."

Lêkolînerê kar û barên Îran-Tirkiyeyê Hanî Silêman jî serdana Reîsî ji bo Tirkiyeyê wiha şîrove kir: "Serdana li gel guhertinên navneteweyî yên mezin ku bandor li her du dewletan dike û hebûna gelek dosyayên hevbeş di nav de şerê li Xezayê, koodîneya dîplomatîk a hevbeş a vê dosyayê û helwesta yek a her du welatan ji piştgiriya Hemasê, pêk hat."

Silêman got di aliyê aborî de têkiliyên Îran-Tirkiye xurt in, lê belê diyar kir ku di aliyê siyasî de nakok û ne aram in û sedemên wê wiha nirxandin: "Gelek doz mijarên nakokiyê di navbera her du welatan de ne. Jê dosyaya kurd, helwesta her du welatan a cuda li hember bûyerên li Ermenistan û Azerbeycanê diqewimin, tawanên Îranê ji bo Tirkiyeyê ku piştgiriya kêmneteweya azerî ya li Îranê dike û gefê li Îranê çêdike. Ji bo Îranê ev dosya li ser ewlehiya wê ya neteweyî xetere ye."

Li gorî Silêman dosyaya din ku li ser nakok in, têkiliyên klasîk ên li hundirê Sûriyeyê ne û got: "Tirkiye piştgiriya komên çekdar ên radîkal dike, Îran û Rûsyayê jî piştgiriya rejîma Sûriyeyê dike, yanî nakokiyên dîplomasî, siyasî û li ser berjewendiyan hene."

Herî dawîn Silêman destnîşan kir ku her du dewlet dixwazin îdeolojiya xwe li herêmê pêk bînin û Îran dixwaze Hîlala Zêrîn ava bike ku Iraq û Sûriye bi Îranê ve girê dide û Tirkiye jî dixwaze Împaratoriya Osmanî û Mîsaqî Mîliyê vejîne.

(şx)