Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne

Piştî destpêkirina qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ niştecihên Kampa Holê yên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî wan sûc pêk anîne bi ewlebûnê hîs kir û wan banga berdewamkirina operasyonan heta bidawîkirina sûcên DAIŞ'ê kir.

Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne
Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne
Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne
Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne
Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne
Niştecihên Kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne
1 sibat, 2024   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED – EHMED SEMÎR

Di 27'ê Çileyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir. Li hember operasyonê nişeticihên kampê ji iraqiyan, bi taybet beşa ˊherêma ewleˊ yên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî wan sûc pêk anîne destnîşan kir ku ew piştî operasyonê hatin ewlekirin û daxwaza berdewamkirina operasyonan ji bo bidawîkirina sûcên DAIŞ'ê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Kampa Holê di 2021'an de beşek taybet ji bo kesên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî wan sûc pêk anîne, ava kir. Ew beş bi navê ˊherêma ewleˊ ye û piştî bûyerên qetilkirinê yên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî kesên ku fikrên wan red dikirin pêk dianîn, hat avakirin.

ˊHerêma ewleˊ ji zêdetirî 20 konan pêk tê û li başûrê kampê ye. Di wê beşê de 60 kes ji jin, zilam û zarokan dijîn. Ew herêm ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi asteke bilind tê parastin.

ˊQETILKIRINA KESÊN KU FIKRÊN WAN RED DIKINˊ

Ji "herêma ewle" welatiyê Iraqî yê bi navê Xidir Yûsif ê ku di 2017'an de ji Mûsilê gihîşt kampê û rastî 7 hewldanên qetilkirinê hatiye, got: "Em li vir heta asteke baş ewle ne, lê piştî operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn em xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs dikin. Şaneyan gef li min xwar û ez 7 caran rastî hewldanên qetilkirinê hatim. Lê min xwe ji wan vedişart. Carekê em nêzî 17 xort û 20 jinan li odeya pêşwazîkirinê bûn û çeteyên DAIŞ'ê li dijî me êriş kir. Di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û eger Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan nekiriba em ê tev bihatana kuştin."

Welatiyê Iraqî Ebdulqadir Casim ku ew jî rastî gelek hewldanên qetilkirinê hatiye, di 2017’an de ji parêzgeha Enbarê gihîştiye kampê. Casim der barê girîngiya van operasyonan ji bo niştecihên kampê û rêgirtina li ber sûcên şaneyên DAIŞ’ê de destnîşan kir ku metirsiya DAIŞ’ê ji 2019’an de dema ku malbatên wan ketine kampê çêbûye ku wan sûcên cûrbecûr pêk dianîn. Lê piştî operasyonên ewlehî ji 2021’an de ew sûc kêm bûn.

Heta niha li gor agahiyên ku hatine bidestxistin 34 kesên gumanbar hatine destgîrkirin û cebilxane û çek hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û bi pêşengtiya YPJˊê di 27ˊê Çileyê de ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ da destpêkirin. Hêzan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi ser şaneyên terorîst ên DAIŞˊê de digirin, da ku çavkaniya wan têk bibin, kesên gumanbar bigirin, her wiha kesên destên wan di belavkirina fikrên tundrawiyê de hene, bi taybet di nava zarokan de bigirin.

(mh)