Îran û Rûsya doza pêkanîna biryarnameya 2231’an kir

Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê bi rêya telefonê li ser mijara nukleerî axivîn. Her du wezîran îdia kir ku welatên Ewropayê biryarnameya 2231’an binpê kiriye û xwest biryar di dema wê de were pêkanîn.

Îran û Rûsya doza pêkanîna biryarnameya 2231’an kir
23 tebax, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Eraqçî û hevtayê wî yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê têkildarî pirsgirêka nukleerî ya Îranê axivîn.

Her du wezîran helwestên welatên Ewropayê; Fransa, Almanya û Brîtanyayê yên der barê biryarnameya 2231’an û hevkariya Îranê ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re nirxandin.

Her du aliyan da zanîn ku “her sê dewletên Ewropayê ne li gorî lihevkirina nukleerî ya sala 2015`an tev geriyan û piştgiriya êrişa Amerîkayê ya li ser dezgehên nukleerî yên Îranê kirine, lewma wan dewletan biryarnameya 2231’an binpê kiriye.”

Dewletên Ewropayê di mijara nukleerî de zextê li Îranê dikin û dixwazin çavdêrên Neteweyên Yekbûyî vegerin û rewşa 400 kîlogram uranyuma çêkirî ku ji dema êrişa Amerîkayê ya li ser dezgehên nukleerî yên Îranê ve winda bûye, were aşkerakirin.

(k)