Li Xezayê 21 kesên din hatin kuştin

Li Xezayê di êrişên rojekê yên Îsraîlê de 21 kesên din hatin qetilkirin.

Li Xezayê 21 kesên din hatin kuştin
23 tebax, 2025   11:29
NAVENA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê konên koçberan û li kampa Mexazî ya naverasta Xezayê malek bombebaran kirin û di encama bombebaranê de bi kêmanî 21 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, ragihand ku di êrişa bi obîsan a artêşa Îsraîlê ya li herêma Esdaa ya bakurê rojavayê Xan Yûnisê de, tevî pitikek û 6 zarokan, 17 kes hatine kuştin.

WAFA’yê da zanîn ku artêşa Îsraîlê li kampa Mexazî bi dronekê malek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Li gorî Nexweşxaneya Ewdayê, di bombebarana li kampa Nisêrat a naverasta Xezayê ya li dijî avahiyeke niştecihan de hejmarek welatî birîndar bûn û ev agahî da: "Me di 24 saetên dawîn de ji ber êrişên dagirkeran ên li dijî kombûna welatiyan a li nêzî nuqteya belavakirina alîkariyan a li başûrê Wadî Xezayê 2 şehîd û 26 birîndar pêşkêşwazî kirin. 9 birîndar ji bo Nexweşxaneya El Eqsayê hatin veguhastin.”

(bb)