Îran û DYA'yê di xetên ku naghêjin hev, Iraq di krîzeke nû ya siyasî de ye

Piştî têkçûna dan û standinên DYA-Îranê, herêm ber bi îhtîmala gurbûnê an jî ji nû ve destpêkirina dan û standinan ve diçe. Di heman demê de, Iraq bi krîzeke siyasî ya kûrtir re rû bi rû ye.

Îran û DYA'yê di xetên ku naghêjin hev, Iraq di krîzeke nû ya siyasî de ye
13 nîsan, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyayê di rojevên xwe yên îro de cih dan tirsa gurbûna leşkerî li herêmê piştî têkçûna dan û standinên DYA-Îranê û hilbijartina serokkomarê Iraqê.

ÎRAN Û DYA: DU RÊYÊN KU QET NAGIHÎJIN HEV

Rojnameya Independent diyar kir ku dan û standinên ku bi qasî 21 saetan dom kirin, di navbera daxwazên DYA û Îranê de, bi taybetî yên têkildarî bernameya nukleerî, bernameyên mûşekan û rola herêmî ya Tehranê de, valahiyek girîng aşkera kirin.

Li gorî rojnameyê, qebûlkirina dan û standinan ji hêla Îranê ve di bin zexta windahî û gefan de çêbûye, di heman demê de Washington dan û standinan wekî amûrek ji bo birêvebirina pevçûnê û paşxistina çareseriyek leşkerî dibîne.

TENGAVA HURMUZÊ .. JI AMÛREK ŞANTAJÊ VEGUHERÎ BAREKÎ KU EWLEKARIYA NAVXWEYÎ YA ÎRANÊ TEHDÎT DIKE

Sky News Arabia bal kişand ser bandorên aloziya li Tengava Hurmuzê û diyar kir ku gefên Îranê yên girtina tengavê êdî ne kartek dan û standinê ya bi bandor e, lê di şûna wê de bûye çavkaniyek zexta navxweyî. Hate gotin, ji ber ku girtina tengavê  rê li ber hindardekirina petrola wê girt û barê wê yê aborî giran kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku çavdêr dibêjin ku dorpêçkirina berdewam a tengavê dê bandorên berfireh ên aborî û siyasî çêkin û ev nirxandin kir "Dorpêçkirina tengavê dê rasterast bandorê li bihayên petrolê û hinardekirina Îranê bike, ev jî dê dahata welat kêm bike."

ÎRAN: JI BERXWEDANÊ BER BI XIRABBÛNÊ VE

Kovara El Mecela diyar kir ku Îran ji hêla leşkerî ve ne hilweşiyaye, lê hêdî hêdî hêza xwe ya stratejîk, çi di asta serokatiyê de, hêza leşkerî, an tora hevalbendên herêmî de winda dike.

Li gorî kovarê, ev paşketin dê Îranê neçar bike ku vebijarka dan û standinê qebûl bike.

'IRAQ... HILBIJARTINA SEROKKOMAR BÊYÎ LIHEVKIRIN DABEŞBÛNÊ KÛRTIR DIKE'

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El Nehar diyar kir ku hilbijartina serokkomar qada siyasî xistiye qonaxek krîtîk û diyar kir ku "Di navbera blokên Kurd û Şîe de dabeşbûneke kûr heye. Ev yek jî bandor li pêvajoya destnîşankirina serokwezîr û avakirina hikûmetê kiriye."

Hate gotin, çavdêran hişyarî dan ku ferzkirina rewşên siyasî bêyî lihevkirinê dikare deriyê krîzek rewatiyê veke û hem di nav parlamentoyê de hem jî li derveyî wê bibe sedema aloziyê.

(k)