Zeyneb Cansiz jiyana xwe ji dest da

Zeyneb Cansiz a ku li Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Zeyneb Cansiz jiyana xwe ji dest da
13 nîsan, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika Sakîne Cansiz, Zeyneb Cansiz ji ber nexweşiyeke mejî rakirin nexweşxaneyê. Yek ji kadroyên damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin.

Zeyneb Cansiz li Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê di beşa lezgîn de tedawî didît.

Zeyneb Cansiz vê siharê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Zeyneb Cansiz, wê bê şandina Saziya Tiba Edlî ya Bucayê.

Piştî kar û barên li Saziya Tiba Edlî, wê cenazeyê bê şandina Dersimê.