Îran: Me mûşekên hişyariyê avêtin; Amerîka: Ev derew e

Îranê li Kendava Omanê de mûşekên hişyariyê avêtin 2 keştiyên wêranker ên Amerîkayî, lê Washingtonê înkar kir ku tu êriş li ser keştiyan çênebûye.

Îran: Me mûşekên hişyariyê avêtin; Amerîka: Ev derew e
5 hezîran, 2026   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Îranê îro ragihand ku wan li Kendava Omanê mûşekên hişyariyê avêtine 2 keştiyên wêrankerên Amerîkayî û îdia kir ku her 2 keştî piştî bûyerê ji herêmê ber bi Okyanûsa Hindî ve çûne. Hêzên Îranê anî ziman ku ev çalakî beşek ji operasyonên li dijî "çalakiyên neqanûnî" yên Hêzên Deryayî yên Amerîkî bû.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ku agahiyên xwe dispêre artêşa Îranê da zanîn ku ev biryar beşek ji operasyonên berdewam ên li dijî "Hêzên Deryayî yên Amerîkî yên terorîst" e. Lê dîroka bûyerê nehat diyarkirin.

Li beramberê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) rastiya çîroka Îranê red kir û di daxuyaniyekê de ku li ser platforma xwe ya Xˊê hate weşandin diyar kir ku hêzên Îranê "êrişî keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayî nekirine û gule neavêtine wan."

CENTCOMˊê da zanîn ku "kiryarên wiha, eger biqewimin, dê binpêkirinek aşkera ya agirbestê bibûna", lê tu bûyerek wisa çênebûye.

(fr)