Fermandarê Parêzvanên Niştîmanî ji kar hat bidûrxistin

Li Siwêdayê pêşketinên ewlehî û îdarî yên hevdem çêbûn. Fermandarê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ji kar hat bidûrxistin, serfermandarê Îsam Ebû Seîd ji bo birêvebirina demkî ya fermandariyê hat erkdarkirin. Hemwextî wê hemleyek ewlehî ya berfireh, piştî refa 3 dîlgirtiyan ji navendek ragirtinê, hat destpêkirin.

Fermandarê Parêzvanên Niştîmanî ji kar hat bidûrxistin
5 hezîran, 2026   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Siwêdayê pêşketinên bilez di asta ewlehî û îdarî de çêbûn, di nav de Fermandarê Parêzvanên Niştîmanî Cîhad El Xûtanî ji kar hat bidûrxistin. Hemwextî wê hemleyek ewlehiyê ya berfireh, piştî reva 3 dîlgirtiyan ji navendeke ragirtinê, hat destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine belavkirin, Cîhad El Xûtanî ji fermandariya xwe ya Parêzvanên Niştîmanî hat bidûrxistin, di heman demê de rapor belav bûn ku dekan Fedil Ebû Esaf li şûna wî hat erkarkirin. Lê çavkaniyên ku ji Tora El Rased re axivîne rastbûna vê agahiyê red kirin û piştrast kir ku biryar ew bû ku serfermandar dekan Îsam Ebû Seîd ji bo birêvebirina demkî ya Fermandariya Parêzvanên Niştîmanî were erkdarkirin. Da ku berdewama xebatên îdarî û leşkerî misoger bibe, bêyî ku ev bibe tayînkirinek daîmî ji bo vê wezîfeyê.

Ev tedbîr hemwextî belavbûna ewlehî ya berfireh a Hêzên Parêzvanên Niştîmanî pêk hatin. Çavkaniyên herêmî ragihand ku yekîneyên Parêzvanên Niştîmanî rêya Şam-Siwêdayê li nêzî bajarê Şehba girtin û kordonek ewlehiyê li dora bajarê Siwêdayê danîn, ketin û derketinên wê wekî beşek ji hemleya ewlehiyê ya ku hîn jî berdewam dike girtin.

Di daxuyaniyek fermî de, Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku ev pêşketin piştî reva 3 dîlgirtiyan ji yek ji navendên girtinê di saetên serê sibê yên roja înê, (5 Hezîran 2026) de hatin. Fermandariyê diyar kir ku revîn encama "hevkariya hin endamên xayîn" bû ku pozîsyonên xwe di nav saziyê de bi kar anîn da ku revê hêsan bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekîneyên taybet tavilê dest bi nirxandina dîmenên kamerayên çavdêriyê û şopandina tevgerên kesên têkildar kirin. Bi wê re rê li ber delîlên sereke hat vekirin û 2 gumanbar hatin girtin. Operasyonên ewlehî û leşkerî ji bo girtina kesên mayî yên têkildar berdewam dikin.

Di heman demê de, çavkaniyên herêmî ragihand ku 5 kesên ku gaman in destên wan di hêsankirina revê û qaçaçîtiya dîlgirtiyan de hene hatine girtin. Lê bi awayekî fermî hejmara dawî ya girtiyan nehatiye zelalkirin.

(fr)