Îran ji bo rûbirûbûna Îsraîlê komên Iraqî bi çek dike

Di raporeke Îsraîlê de hat aşkerakirin ku di çarçoveya amadekariya rûbirûbûna Îsraîlê Îran komên çekdar ên li Iraqê bi çek dike û bal hat kişandin ser ku piştî jidestdayîna navendên hêzên xwe li Sûriye, Lubnan û Şerîda XEzayê Tehran serweriya xwe li Iraqê bi pêş dixe.

Îran ji bo rûbirûbûna Îsraîlê komên Iraqî bi çek dike
4 mijdar, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke Radyoya Îsraîlê, Îran di çarçoveya amadekariya rûbirûbûna Îsraîlê de komên çekdar ên Iraqê bi çek dike.

Di raporê de hat gotin ku piştî Îran li Sûriye, Lubnan û Şerîda Xezayê serweriya xwe ya leşkerî ji dest da hewl dide giraniya serweriya xwe ya leşkerî veguhêze Iraqê."

Di raporê de hat diyarkirin ku çavkaniyên Iraqê daye zanîn ku piştgiriya Îranê ya di aliyê pêşkêşkirina çekên pêşketî û perwerdekirina çekdaran bi rêya Feyleq El Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê de, zêde bûye.

Di berdewama raporê de hat gotin ku Îran xwe ji bo pêkanîna êrişan li dijî Îsraîlê amade dike û hêza wan komên çekdar li hin cihan ji ya artêşa fermî ya Iraqê xurtir e.

Hat diyarkirin ku di êrişên dawîn ên Îsraîl û Îranê de ew komên çekdar ji ber zexta Amerîka û Îsraîlê ya li ser Bexdayê nikaribûn bikevin tevgerê, lê belê li gorî geşedanan xuya dibe ku Îran amadekariyê ji bo qonaxa bê dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî gotibû ku heta hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hene, zehmet e komên çekdar ên Iraqê çekên xwe radest bikin û dibe ku ew tev li saziyên delwetê û jiyana siyasî bibin.

(mh/fr)