Îran: Em ê bersiva êrişên li dijî Beyrûtê bidin

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê soz da ku ew ê bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî taxên başûr ên Beyrûtê bidin.

Îran: Em ê bersiva êrişên li dijî Beyrûtê bidin
7 hezîran, 2026   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî îro di postek li ser platforma Xˊê de got ku Îran dê "bi biryar û bi êş" bersivê bide "êrişa Îsraîlê" ya li dijî taxên başûr ên paytexta Lubnanê Beyrûtê û bang kir ku "îşev asîmanê Îsraîlê bişopînin".

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wê li nuqteyên Hizbullahê yên li taxên başûr êrişên asîmanî pêk anîne. Artêşê anîbû ziman ku êriş bi fermana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz hatiye kirin.

Medyaya Îsraîlê ragihandibû ku Tel Avîv ji berî êrişa ku herêma Marîce li taxên başûr hedef girtiye, rêveberiya Amerîkayê agahdar kiriye.

(fr)