Şervaneke YPJ`ê: Jin hevkêşeya hêzê ji nû ve dinivîsînin

Şervana YPJˊê Şemal Lezgîn diyar kir ku destkeftiyên jinan li Rojava bi saya fedakariya şervanên YPJ`ê pêk hatine û nerazîbûna xwe li hember hewldanên ku YPJ`ê veguhrînin hêzeke ewlekariya hundirîn, nîşan da.

Şervaneke YPJ`ê: Jin hevkêşeya hêzê ji nû ve dinivîsînin
8 hezîran, 2026   03:20
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Di nav dijwariyên berdewam ên ku Rojava pê re rû bi rû ye de, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rola xwe ya parastina herêmê û parastina destkeftiyên wê didomînin. Di vê çarçoveyê de, şervana YPJ`ê Şemal Lezgîn behsa sedemên tevlêbûna YPJ`ê û ezmûnên ku wê di salên têkoşînê de jiyaye kir.

Êrişên li ser Rojava û şehîdbûna hevalên wê sedemên sereke yên tevlîbûnê bûn

Şemal, ku bi eslê xwe ji Kobanê ye, di sala 2021`an de tev li YPJ`ê bû. Şemal diyar kir ku, "Êrişên li ser Rojava ji aliyên cûda ve yek ji sedemên sereke bûn ku hiştin ez tev li refên yekîneyan bibim."

Şemal Lezgîn wiha dewam kir "Ez ji şerên ku li Kobanê di dema rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Jinan ve qewimîn, û her wiha ji tiştên ku li Efrîn û Serêkaniyê qewimîn bi bandor bûn. Xwesteka min a tevlîbûna berxwedanê zêde kir. "

Şemal destnîşan kir ku şehadeta çend hevalên wê, bi taybet birayê wê, sedemeke girîng bû di biryara wê ya tevlîbûnê de, û da zanîn ku van fedekariyan şehîdan bandorek kûr li ser wê hiştiye.

Şemal wiha dewam kir "Em ji fedekariya wan hêzê digirin, ku dihêle em berdewam bikin û li pey şopa wan biçin."

ˋAZADÎ JI TÊGEHÊN KEVNEŞOPÎ BERFIREHTIR Eˊ

Şervan YPJ`ê Şemal behsa rewşa jinan kir û anî ziman ku civakê bend, adet û kevneşopiyên ku azadiya jinan û hêza wan a biryardanê sînordar dikin, ferz kiriye.

Şemal wiha got, "Me berê difikirî ku azadî bi çûna dibistanê, vegera malê, karên malê û serdana hevalan ve sînordar e, lê piştî tevlêbûnê, min fêm kir ku azadî ji vê têgehê pir berfirehtir û kûrtir e."

Şemal diyar kir ku tevlêbûna YPJ`ê têgihîştineke berfirehtir a rastiyên civakê û asta bandora desthilata dewletê, û her wiha têgihîştineke kûrtir a gelek mijarên têkildarî mafên jinan û binpêkirinên ku ew pê re rû bi rû dimînin da wê.

Şemal Lezgîn diyar kir ku pêşketina ku jinan li Rojava bi dest xistiye encama fedakariyên ku YPJ di salan de kirine ye û destnîşan kir ku ew fedakarî bûn egera ku cîhan roja jinan nas bike û zêdekirina beşdariya wan di warên cûrbecûr de pêk bîne. Jin hevkêşeya hêzê ji nû ve dinivîsînin.

Şermal her wiha da zanîn ku piştgiriya malbat û gel egerek bingehîn bû di bidestxistina van destkeftiyan de.

Der barê helwesta hikumeta demkî de, şervana jin Şemal diyar kir ku YPJ`ê bi rola xwe ya parastina bajar û herêman de cihê xwe yê gerdûnî îspat kirine û da zanîn ku nenaskirina wan qurbaniyan vê rastiyê kêm nake.

Şemal da zanîn ku bangên ji bo entegrekirina şervanên YPJ'ê di nav hêzên ewlehiya hundirîn de red kir, û diyar kir ku wan ji destpêkê ve hilbijartine ku biçin qadên şer û barê parastina gelê xwe hilgirin.

Şemal di dawiyê de got nenaskirina YPJ'ê dê bandorê li biryardariya wan neke û wan ji rêya wan bi dûr nexe.

(k)

ANHA