Îran: Demek ji bo danûstandinên bi Washingtonê nehatiye diyarkirin

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku wan roja destpêkirina danûstandinên nû bi Amerîkayê re destnîşan nekiriye.

Îran: Demek ji bo danûstandinên bi Washingtonê nehatiye diyarkirin
18 nîsan, 2026   17:44
NAVENDA NÛEÇYAN

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku piştî têkçûna gera yekem, ji bo gera din a danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, ku bi navbeynkariya Pakistanê têne kirin, ti dîrok nehatiye destnîşankirin.

Seîd Xetîbzade li kêleka Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ji rojnamevanan re got, "Heta ku em li ser çarçoveyekê li hev nekin, em nikarin dîrokekê destnîşan bikin."

Beriya niha, rayedarekî Amerîkî gotibû ku her çend gera yekem bê rêkeftin bi dawî bûye jî, danûstandin beşek ji pêvajoyek dîplomatîk a berdewam in.

(ac)

ANHA