Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyeke ji Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya û li ser mekanîzmaya destnîşankirina endaman û lezkirina amadekariyên lidarxistina hilbijartinên parlemanê nîqaş kiri.

Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel re civiya
18 nîsan, 2026   17:39
NAVENDA NÛEÇYAN

Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya parêzgehê, parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed, li avahiya parêzgehê pêşwazî li şandeyek ji Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel kir, ku ji Nûnerê Serokkomar Ziyad El Ayîş û Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinan, Ehmed El Ehmed pêk dihat.

Di civînê de, mekanîzma û şertên destnîşankirina endamên Meclîsa Gel hatin nîqaşkirin. Her du aliyan li ser pîvan û prosedurên pejirandî yên pêwîst ji bo misogerkirina temsîliyeta dadperwer û berfireh, li gorî pêdiviyên qonaxa heyî, nîqaş kirin.

Her wiha her du aliyan li hev kirin ku ji bo lezkirina hilbijartinên parlemanê komîteyên têkildar ava bikin.

 (ac/k)

ANHA