Îran: Dan û standinên bi DYA’yê re di atmosfêreke cidî de pêk tên
Îranê ragihand ku dan û standinên ku berî çend saetan li Umanê di navbera DYA û Îranê de dest pê kirine, di atmosfêreke cidî de pêk tên. Hemwextî dan û standinan teqîneke mezin li bendera Recaî ya bajarê Bender Ebas ê başûrê Îranê rû da û di encamê de 516 kes birîndar bûn û 4 kes jî hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî li ser malpera X'ê ragihand ku dan û standinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di atmosfêreke cidî de pêk tên.
Beqaî diyar kir ku her du aliyan li ser sivikkirina cezayan û avakirina baweriyê ya têkildarî xwezaya aştiyane ya bernameya nukleerî ya Îranê, nîqaş kir.
Li gorî Beqaî, divê mafê Îranê di bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî de were parastin.
Dan û standinan berê li bajarê Mesqet ê Umanê di aliyê pisporî û dîplomasî de dest pê kir. Di dan û standinan de wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî serperiştiya şandeya Îranê kir û nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff jî serperiştiya şandeya Amerîkayê kir.
Şandeya Îranê ji pîşesaz Mecîd Text Rewancî û Kazim Xerîb Abadî û şandeya Amerîkayê ji 12 kesan bi serkêşiya Michael Anton, pêk hatin.
Di 2 hefteyên borî de her du aliyan 2 tûrên dan û standin li Mesqet û Romayê pêk anîn û hat diyarkirin ku ew her du ger erênî bûn.
Di heman çarçoveyê de, li bendera Recaî ya bajarê Bender Ebas ê başûrê Îranê teqînek mezin rû da û heta niha di encamê de 516 kes birîndar bûn û 4 kes jî hatin kuştin.
(mh/fr)