MSD’ê li ser "Xurtkirina rola diyaloga civakî" panelek organîze kir
MSD'ê bi navê "Xurtkirina rola diyaloga civakî" li kantona Reqayê paneleke diyalogê li dar xist. Beşdarên panelê, ji bo pêşxistina derbaskirina zehmetiyan, got divê aştiya sivîl were parastin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navê "Xurtkirina rola diyaloga civakî" li hola Navenda Çandê ya kantona Reqayê panelek organîze kir. Di panelê de rewşenbîr, siyasetmedar, rûspiyên eşîran, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman û hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş amade bûn.
Di panelê de hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislet li ser girîngiya parastina aştiya sivil a ku herêmê di vê qonaxa hestiyar de rûbirûyê ye axivî û got: "Aştiya sivîl tê wateya hebûna îstîqrar û baweriyê di nava tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê de û tu rewabûn ji xîtabên nefretê yan tundî yan jî terorê re neyên dayîn."
El Mislet diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ne tenê di van 14 salên borî de, lê belê ji zêdetirî 60 salî ve di astengiyên mezin re derbas bûn.
El Mislet di dawiyê de got: "Em Sûriyeyî dikarin van zehmetiyan derbas bikin. Ji ber ku me dît çawa Sûriyeyiyên li derve di gelek alîyan de afirîner bûn. Taqet û derfetên mezin mezin in û divê em bi şiyana xwe bawer bin ku zehmetiyan derbas bikin. Ev yek jî encax bi xurtkirina diyaloga civakî û pêkanîna baweriyê di nava tevahî pêkhateyan de pêk bê."
Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan got: "Damarên me di vê xakê de xwe berdane û tu hêzeke cîhanê nikare wan rake. Me Sûriyeyiyan di dirêjahiya salên şoreşa ku 14 salan zêdetir dom kiriye karî şêweyekî şoreşa aştiyane derxin û xurt bikin. Lê rejîma Esed bi îsrara şoreşa veguherand şoreşeke çekdarî û xwînrijandinê."
Di dawiya panelê de beşdaran pirsên xwe yên li ser nêrîna MSD'ê ya der barê qonaxa demkî û ya pêşerojê ya Sûriyeyê de, ji dîwana panelê kirin û dîwanê ew bersiva wan dan.
(mh/fr)
ANHA