Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin

Kongra Star di çarçoveya hemleya cîhanê ya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, şevbuhêrkeke muzîkê li bajarê Hesekê li dar xist.

Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
Çalakiyên "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Hesekê didomin
9 îlon, 2025   23:33
HESEKÊ

Kongra Star di çarçoveya hemleya cîhanê ya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, şevbuhêrkeke muzîkê li navenda xwe ya bajarê Hesekê li dar xist. Di şevbuhêrkê de dayikên şehîdan, endamên kongreyê û jinên ku berê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, beşdar bûn.

Di serî de endama Kongra Star Nesrîn Mecdel bixêrhatina beşdaran kir, piştre dayika şehîd Delîl, Edûlê Hido stranek li ser berxwedana şehîdan got.

Piştre dayika şehîd Qehreman, Hemîde Hisên li ser hevdîtinên xwe yên berê bi Rêber Abdullah Ocalan re axivî û perspektîfên wî yên birêxistinkirina zarokan li ser ruhê şoreşgerî dubare kirin.

Her wiha, beşdarên din jî bi awayekî komî stranên li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdan û têkoşîna jinan, pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran soza domandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

(mh/şx)

ANAH