Konferansa komînan a li Til Temirê bi pêşiniyaran bi dawî bû

Li bajarê Til Temirê bi dirûşma ‘’Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e’’ konferansa komînan hate lidarxistin. Konferans, bi armanca xurtkirina rola komînan û pêşxistina makanîzmeya karê wan pêk hat.

27 îlon, 2025   22:09
HESEKÊ

Meclisa bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê konferansa komînan bi dirûşma ‘’Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e’’ û bi armanca pêşxistina karê komînan û xurtkirina rola wan di nava civakê de hate lidarxistin.

Konferans li seyrangeha Kenîr a li naverasta bajarê Til Temirê bi beşdarbûna hevserokên komînan, rêveberên saziyên civakî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesayetên civakî ji hemû komînên bajar hate lidarxistin.

Di konferansê endama Meclisa Bajarê Til Temirê Nalîn Sîdo perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola komînan di avakirina civakê de xwendin, her wiha xala li ser komînan di hevpeymana civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şîrove kir.

Piştre hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Zehra El Elî, li ser têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de û bandorên peymana 10’ê Adarê axivî.

Zehra destnîşan kir ku Sûriye di qonaxek nazik û hesas re derbas dibe ku pêdivî heye ku hemû hêz û pêkhate berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bi cih bînin. Li gorî Zehrayê çareseriya siyasî ya demokratîk tekane rêya derketina ji aloziya Sûriyeyê ye.

Der barê nêzîkbûna di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz de, Zehra teqez kir ku deriyên diyalogê vekirî ne û Rêveberiyê bi berdewamî çareserî li ser bingeha nenavendîbûna demokratîk û misogerkirina mafên gel pêşniyar kiriye.

Zehra behsa peymana 10’ê Adarê kir û piştrast kir ku ew gaveke siyasî ya girîng e û çarçoveyeke siyasî pêk tîne ku li ser wê têkilîyên di navbera hêzên demokratîk de werin pêşxistin û ber bi Sûrîyeke yekgirtî û demokratîk ve biçin.

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê konferansê de parve kirin. Beşdaran balkişandin ser pêşxistina koordîneyê di navbera komîn û meclisên xwecih û şaredariyan de, destpêkirina însiyatîfên xizmetguzariyê ji bo piştgiriya malbatên xizan û mexdûr, xurtkirina çalakiyên pêşxistina hişmendiya jiyana hevber, çalakkirina rola jinan û ciwanan di tevahî qadan de.

Konferans bi van rêze pêşniyaran bi dawî bû: Pêşxistina sazumaniya komînan bi rêya başkirina navendên giştî, dabînkirina pêdiviyên bingehîn û perwerdehiya pêwîst ji bo endaman, berfirehkirina tora piştgiriyê bi rêya hevkariya bi saziyên civaka sivîl û rêxistinên mirovî re û teşwîqkirina hevkariya di navbera komînan de.

(ac/şx)

ANHA