Îran balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve rêkir

Artêşa Îsraîlê vê êvarê ragihand ku Îranê balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve rê kiriye û pergala parastinê ya Îsraîlê amade ye.

Îran balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve rêkir
13 nîsan 2024   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî got: "Îran balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve rê kirin."

Hagarî diyar kir ku heta balafirên Îranê dê piştî seatan bigihêje Îsraîlê û balafir bigihêje ku derê dê sîren deng bidin.

Kanala 12 a Îsraîlê jî ragihand ku bi dehan balafirên Îranê ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

AFP`yê ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, ragihand ku dehan balafirên li asîmanê Iraqê hatine şopandin ku ji Îranê ve birêketine.

(şx)