ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2024
Şêniyên gundê Til Zîwan ê Tirbespiyê bi xebateke komînal 500 dar li gundê xwe çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Di Hefteya Wêjeyê ya sala 2024’an de mijarên sereke, “pirsgirêkên weşan û berheman, wêjeya zarokan û rexneya wêjeyî” ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo ku ewlehiya xwarinê peyda bike û piştgiriya çandiniyê bike, dest bi projeya sererastkirina depoyên Bêtûniyê yên li kantona Dêrazorê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku kehrebe gihaşt navçeya Şedadê. Ji ber dizîna torên kehrebeyê, kehrebe li ser navçeyê qut bûbû. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Şêniyên kantona Firatê sersaxiyê ji malbata gerîlaya şehîd Mizgîn Dilbirîn re dixwazin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên Dirbêsiyê ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên azadiyê daxuyaniyekê li ber avahiiya Meclisa Malbatên Şehîdan didin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA