Îran: 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok di êrişan de birîndar bûne

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji destpêka êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de  zêdetirî du hezar jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûne.

Îran: 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok di êrişan de birîndar bûne
13 adar, 2026   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 28’ê Sibatê ve, şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê ve berdewame. Di rêza yekem de civak taybet jin û zarok bûne qurbanê vî şerî.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî bîlançoya qurbaniyên jin û zarokên di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 220 jin jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 500 jin birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku di êrişan de 211 zarokên dibin temenê 18 salî de jiyana xwe ji dest dane û hezar û 141 zarok jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinêye ku li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 91 welatî jî birîndar bûn.