IMOˊyê ji bo Tengava Hurmuzê daxwaza civîneke awarte kir

IMOˊyê daxwaza lidarxistina civîneke awarte li Londonê de di hefteya bê de kir da ku li ser gefên li dijî keştîvaniyê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Tengava Hurmuzê nîqaş bike.

IMOˊyê ji bo Tengava Hurmuzê daxwaza civîneke awarte kir
12 adar, 2026   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê (IMO) ragihand ku dê di 18 û 19ˊê Adarê de li baregeha xwe ya li Londonê, li ser daxwaza 6 ji 40 welatên endamên xwe; Keyaniya Yekbûyî(Brîtanya), Misr, Fransa, Mexrib, Qeter û Îmarat, civînek awarte were lidarxistin.

Ev gav di demekê de tê ku fikarên li ser astengkirina gengaz a dabînkirina enerjiya cîhanî zêde dibin, ku dikare bibe sedema bilindbûnek bilez a bihayên enerjiyê.

Tengava Hurmuz yek ji xalên herî girîng ên astengkirina deryayî ya cîhanê ye, ku bi qasî pêncemîn ji dabînkirina petrola xav a cîhanê ji wir derbas dibe. Lê, trafîka keştîvaniyê piştî êrişên "tolhildanê" yên Îranê yên ku keştî û welatên cîran ên li Kendavê hedef digirin, bi bandor hatiye astengkirin.

Di pêşketinên dawî de, îro li peravên Iraqê êrişek li dijî 2 tankerên petrolê pêk hat û herî kêm yek ji endamên tîman jiyana xwe ji dest da, di heman demê de ji ber parçeyên êrişê agir bi keştiyek barhilgir ket.

Der barê mijarê de Rêberê Bilind ê nû yê Îranê ferman dabû ku Tengava Hurmuzê girtî bimîne, di heman demê de serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kiribû ku rawestandina "împaratoriya şer" a Îranê ji bihayên petrolê girîngtir e.a

Aloziyên zêde yên îro bihayên petrolê yên ji bo her bermîlekî hişt ku 100 dolarî derbas bike û bazarên borsayê yên cîhanê zirarên mezin lê bûn.

(fr)