Hêzên hikumetê êrişî bajarokekî Siwêdayê kir

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dronan êrişî bajarokê Mecdel ê Siwêdayê kir.

Hêzên hikumetê êrişî bajarokekî Siwêdayê kir
12 adar, 2026   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê vê êvarê bi dronan êrişî derdora bajarokê Mecdel ê gundewarê rojavayê parêzgeha Siwêdayê kir. Lê der barê ziyan, windahî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Çavkaniyan da zanîn ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bersiv da jêdera êrişê.

(fr)