Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEˊyê mekanîzmaya garantiya mafên Kurd nîqaş kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham ehmed û Fermandara YPJˊê Rohilat Efrîn li PEˊyê bi koordînatora Partiya Kesk a Komîteya Têkiliyan Hannah Neumann û nûnerê Partiya Gel a Ewropî di heman komîteyê de Michael Gahler re civiya.

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEˊyê mekanîzmaya garantiya mafên Kurd nîqaş kir
26 sibat, 2026   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo xurtkirina diyalogê bi saziyên Ewropî re, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn îro li Parlamentoya Ewropayê (PE) du hevdîtinên cuda bi koordînatora Partiya Kesk a Komîteya Têkiliyan Hannah Neumann û nûnerê Partiya Gel a Ewropî di heman komîteyê de Michael Gahler, kirin.

Di her du hevdîtinan de, her du aliyan li ser pêşdeçûnên li herêmê nîqaş kirin û girîngî da avakirina mekanîzmeyeke çavdêriyê ya navneteweyî ya aktîv ji bo şopandina pêvajoya entegrasyonê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de, bi awayekî ku mafên siyasî, çandî û sivîl ên gelê kurd misoger bike û nehêle tu binpêkirin li hemberî pêkhateyên din çêbibin, li kêlek wê jî rêyên çareseriya siyasî xurt bikin.

(fr)