Fermandarê Asayîşê bi Şêxê Êla Şemer û fermandarê Hêzên Senadîd re civiya

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl tevî fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî bi Şêxê Êla Şemer a Erebî Mani Himêdî El Deham û fermandarê leşkerî yê Hêzên Senadîd Bender El Deham re civiya.

Fermandarê Asayîşê bi Şêxê Êla Şemer û fermandarê Hêzên Senadîd re civiya
26 sibat, 2026   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl tevî fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbaz Merwan El Elî serdana herêmên Til Hemîs, Til Birak û gundewarê başûrê Cizîrê kir.

Di heman demê de, gundê Til Elo yê gundewarê bajarê Girkê Legê jî hat ziyaretkirin, hevdîtin bi Şêxê Êla Şemer a Erebî Mani Himêdî El Deham El Hadî û fermandarê leşekrî yê Hêzên Senadîd Bender Himêdî El Deham El Hadî re hat kirin.

Ev serdan di çarçoveya bicihanîna bendên peymana navbera QSDˊê û hikumeta demkî de û belavkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo erkên xwe yên parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin, pêk hat.

(fr)