IFJ: Bila demildest rojnamevanan serbest berdin

IFJ’ê ji bo berdana 7 rojnamevanên ji ber bîranîna hevalên xwe hatine girtin, bang kir.

IFJ: Bila demildest rojnamevanan serbest berdin
24 kanûn, 2024   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 21’ê Kanûnê de rojnamevanan xwestin li Stenbolê ya bajarê Tirkiyê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar bikin. 

Di çalakiya protestoyî de rojnamevan Gulîstan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip û Serpîl Unal piştî hatin binçavkirin hatin girtin.

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanan da.

Di daxuyaniya IFJ’ê de ev tişt hate gotin, “Piştî qetilkirina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 21'ê Kanûnê de li Stenbolê di çalakiyên nerazîbûnê de herî kêm 7 rojnamevan hatin girtin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest wan serbest berdin."