Hûsiyan li Heyfayê santrala elektrîkê bombebaran kir

Hûsiyan ragihand ku wan bi moşeka balîstîk a hipersonîk a “Filîstîn 2” li santrala elektrîkê ya li bajarê Heyfa ya Îsraîlê xistiye.

Hûsiyan li Heyfayê santrala elektrîkê bombebaran kir
5 ÇILE, 2025   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Sarî di daxuyaniyekê de got: “Hêzên mûşekî yên Yemenê operasyoneke leşkerî li dar xist û santrala 'Orot Rabin' a Îsraîlê ya li başûrê herêma Heyfa ya dagirkirî bi moşeka balîstîk a Hîpersonîk a bi tîpa Filistîn 2 kir hedef. Operasyon bi serkeftî gihîştiye armanca xwe."

Berdevkê Hûsiyan diyar kir ku heya dorpêça li ser Xezayê neyê şikandin dê êrişên xwe li ser Îsraîlê ranewestin.

(bb)