Li Îsraîlê hêrsa li dijî Netanyahu

Li bajarê Îsraîlê bi daxwaza ku ji bo serbestberdana rehînên li gel Hemasê lihevkirineke çêbibe, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Îsraîlê hêrsa li dijî Netanyahu
5 ÇILE, 2025   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî bi hezaran îsraîlî bi daxwaza ku peymanek ji bo serbestberdana rehînên li Xezayê çêbibe, daketin qadan. Xwepêşandêran hêrsa xwe li hemberî serokwezîrê Îsraîlê Benjemin Netanyahu nîşan da.

Hate zanîn li Quds û Heyfayê di navbera xwepêşdêran û polîsan de pevçûn derketin û 6 îsraîlî hatin binçavkirin. Li nêzî avahiya serokkwezîrê Îsraîlê jî 4 xwepêşandêr ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Desteya Malbatên Dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê destnîşan kir ku Netanyahu ji bo domandina şer operasyonekê bi rêve dibe. Desteyê bang li serokê DYAˈyê Donald Trump kir ku zextê li Netanyahu bike bila şer bisekinîne.

Xwepêşandêr û malbatên dîlgirtiyan, Netanyahu tawanbar dikin ku agirbesta li gel Hemasê û serbestberdana dîlgirtiyan asteng dike.

(bb)