Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em bang li rayedarên dikin bila van guhertinan sererast bikin

Kombûna Jinan a Zenûbiya bertek nîşanî bernameya nû ya perwerdeyê ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat danîn da û got: “Em bang li rayedarên eleqedar dikin ku bi lez van guhertinan sererast bikin”

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em bang li rayedarên dikin bila van guhertinan sererast bikin
5 ÇILE, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bernameya nû ya perwerdeyê ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat danîn daxuyaniyek da. 

‘JİBÎRKİRİN Û WİNDAKİRİNA DÎROKA SÛRİYEYÊ YE’

Kombûna Jinan a Zenûbiya îro daxuyaniyek der barê şermezarkirina guhertinên ku di bernameyên perwerdeyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine çêkirin, da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bertekek tund li dijî guhertinên dawî yên di bernameya perwerdeyê de ji hêla wezîrê nû yê perwerdeyê ve di hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, raber dikin. Ev yek çand û dîroka me tune dike û rola jinan di avakirina şaristaniyan de diçewisîne. Di vê guhertinê de rol û navê jinên pêşeng ên Sûriyeyê di nav de Melîka Zenûbiya ku sembola îsrar û berxwedanê bû, tê rakirin. Ev ne tenê jibêrkirina hinek navan e, jibîrkirin û windakirina dîroka Sûriyeyê ye.”

‘EV GUHERTİN DİJBERÎ HEBÛNA ÇANDÎ HUNERÎ Û MEZHEBÊN CİVAKAN İN’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya helwesta xwe li hemberî guhertinên ku tên kirin û tunekirina rola jinan nîşan da û wiha hat gotin: “Jin di avakirina civakan û pêşxistina wan de roleke mezin lîstine û hê jî dilîzin. Jinan roleke girîng di hemû warên jiyanê de, ji aborî bigre heya çand û hunerê lîstine. Tu hêz di cîhanê de nikare hebûn û rola jinan înkar bike. Her wiha ev guhertin dijberî hebûna çandî û hunerî û mezhebên di nava civakê de ye. Divê fêrkirin û perwede li ser hemû mezheb û olên ku di nava civakê de cih digirin, bê meşandin. Em tu carî nahêlin rola jinan di dîrok û civakan de bê çewisandin. Em bang li rayedarên eleqedar dikin ku bi lez van guhertinan sererast bikin. Careke din bernameyên perwerdeyê yên ku di wan de rol û hebûna jinan hene û wekheviyê di nava civakan de ava dikin, saz bikin.”

BANG Lİ REWŞENBÎR Û KESÊN XWEDÎ ROL Û RİST HAT KİRİN KU Lİ DİJÎ VÊ YEKÊ BİSEKİNİN

Kombûna Jinan a Zenûbiya di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rewşenbîr, rojnamevan û kesên zana kir ku li dijî van guhertinan bêdeng nemînin û li hemberî tunekirina nasname û mîrasa xwe xwedî sekn bin û wiha bi dawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku bi hev re û bi destekî em ê li hemberî êrişên tunekirinê yên li ser çand û mîrasa civaka xwe bisekinin. Em ê parastina hebûna xwe bikin û pêşerojek baş ava bikin. Em piştevaniya hemû jinên ku ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin, dikin. Em dengê xwe li hemberî zordariyê bilind dikin û ji bo avakirina pêşerojeke ronî dixebitin.”