Hûsiyan gefên hedefgirtina keştiyên Amerîkayê xwarin
Koma Ensarullah (Hûsî) a Yemenî diyar kir ku ger Washingotin bi Îsraîlê re beşdarî êrişên dijî Îranê bibe, ew ê keştî û gemiyên Amerîkayê yên di Deryaya Sor de hedef bigire.

Koma Ensarullah (Hûsî) a Yemenî îro hişyarî da, ku ger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişî Îranê bike, dê hêzên wê keştî û gemiyên Amerîkayê yên li Deryaya Sor bikin armanc.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan, serbaz Yehya El Serîi di daxuyaniyek xwe de, got helwesta Yemenê di redkirina êrişên Siyonîst ên li dijî birayên wan ên li Xeza, Lubnan, Sûriye û tu welatek Ereb an jî Îslamî ku êrişên Siyonîstê red dikin de, sabit e.
El Serîi destnîşan kir ku Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê ya vekirî hewl dide bi temamî herêmê kontrol bike, Îranê ji pêş xwe rake, û got ne pêkan e li ser vê yekê ew bê deng bimînin.
Der barê şerê heyî de El Serîi da zanîn ku şerê heyî şerê neteweyekê bi temamî, rizgariya wê ye û serkeftin di tevgerînê de ye. Li gorî vê yekê ger Amerîka bi Îsraîlê re beşdarî tu êrişên li ser Îranê bû, wê hêzên çekdar keştî û gemiyên wê yên li Deryaya Sor bikin armanc. Li kêlek wê El Serîi anî ziman ku hêzên çekdar tevahî tevgerên li herêmê di nav de tevgerên dijberî welatê wan dişopînin.
Ev daxuyaniyên El Serîi, piştî axaftna serokê Amerîkayê Donald Trump di roja pêncşemê de, ku ew ê di van du hefteyên bê de biryarê bide ka ew ê bi Îsraîlê re li dijî Îranê bisekinin an na, hatin kirin.
(fr)