Hejmara heftemîn a Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ derket

Hejmara Heftemîn a Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket.

Hejmara heftemîn a Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ derket
2 hezîran, 2025   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara Heftemîn a Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê ‘Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovahiyê ne’ derket. 

Di hejmara heftemîn a Erebî û Kurdî de nirxandina Rêber Apo ya “Di nava neteweya demokratîk de kesayetên azad û jiyana komun a demokratîk”, nivîsên têkildarî şehîdên meha Gulanê, her wiha civîn, semîner û çalakiyên gaziyên şer ên hatine lidarxistin cih digirin.

Kovara gaziyên şer a weke bultena leşkerî, bîrdozî û siyasî tê amadekirin, her du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Erebî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê weşandin.

Di beşê ji bo xwendevanan a Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ wiha tê gotin, “Îro hê zêdetir hatiye dîtin û fêmkirin ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê dide ber mirovatiya azadîxwaz û ji bo jiyana bi sedê salan mirov bi hesreta wê ne model û mînakeke herî bi qîmet û pîroz e. Ev helbet nîşan dide bê bîrdozî, felsefe û ramanên Rêber Apo ji bo jiyana azad û wekhev a gelan çiqasî pêwîst in. Lewma ya dikeve ser milên me ew e, em şoreşa bi xwîna hezaran şehîdan û berdêlên giranbiha yên gaziyên şer ava bûye heya dawiyê biparêzin.”

(bb)

ANHA