Hurmuz û çekên Hizbullahê rojeva medyaya Erebî bû

Îro di medyaya Erebî de 2 pirsên sereke hatin kirin: Desthilata li Tengava Hurmuzê di destê kê de ye? Û pêvajoya şer dê çawa bandorê li siberoja çekên Hizbullahê, rewşa Lubnanê û têkiliya wê bi Îsraîlê re bike?

Hurmuz û çekên Hizbullahê rojeva medyaya Erebî bû
29 tebax, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Amerîka-Îranê û siberoja Tengava Hurmuzê, digel mijara çekên Hizbullahê û siberoja pevçûna di navbera Lubnan û Îsraîlê de, rojeva medyaya Erebî bû.

Rojnameya El Şerq El Ewset bi rêya rêze gotarên der barê daxuyaniya Washingtonê ya vekirina rêyên deryayî, şert û mercên Tehranê, siberoja deryavaniyê û lêçûnên aborî û leşkerî yên şer, li ser pêşketinên di şerê bi Îranê re û Tengava Hurmuzê de nivîsî.

Di yek ji gotarên xwe de, rojnameyê pirsek li ser rastiya deryavaniyê di tengavê de nivîsî, di heman demê de di analîzek din de, bal kişand ser gefên Pasdarên Şoreşê yên dirêjkirina şer heta ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji kar derkeve, ku nîşan dide di navbera her du aliyan de çareseriyek nêzîk tune.

Bi heman awayî, rojnameya El Erebî El Cedîd behsa pêşketinên dîplomatîk ên têkildarî Tengava Hurmuzê kir, û behsa lihevkirinek Îran-Umanê û hewldanên Kendavê yên ji bo kêmkirina rageşiyê û misogerkirina azadiya çûn û hatinê kir.

Di gotarek nêrînê de bi sernavê "Çima Nakarin Lihev Bikin?", rojnameyê diyar kir ku 6 mehên şer nîşanên bihêz ên veguheztina ber bi peymanek an aştiyê ve peydanekirine û nakokiya li ser şertên Tehran û Washingtonê hîn jî astengiya sereke ya li pêşiya çareseriyekê ye.

DOSYAYA HIZBULLAH, ÇEKÊN WÊ, Û RÛBIRÛBÛNA BI ÎSRAÎLÊ RE

Mijara Hizbullah, çekên wê, û rûbirûbûna bi Îsraîlê re jî bi berfirehî hate nirxandin.

Rojnameya El Nahar gotarek li ser banga Sekreterê Giştî yê Hizbullah Naîm Qasim ji bo devjêberdana "peymana çarçove" weşand. Raportên din bandora şer li ser xelk û malên li herêmê anîn ziman.

Rojnameya El Şerq El Ewset di raporekê de bi sernavê "Endamê Bloka Hizbullahê dê ji Tehranê çi bîne?" behsa têkiliyên di navbera Hizbullah û Îranê de kir, her wiha behsa bandorên serdana parlamenter Hesen Fezlullah bo paytexta Îranê kir û got, "Li gorî pêşketinên herêmî yên heyî, divê em li ser vê mijarê biaxifin."

(k)

ANHA