ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-08-2026
29 tebax, 2026   02:00

Rêveberê Navenda Kurdên Bê Sînor, Kadar Pîrê diyar kir ku daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD‘ê ku ji parastina Sûriyeyê ber bi avakirina welêt ve diçe, ji bo pirsgirêka Kurd guhertinek girîng e. Pîrê got ku ev gav rêyek siyasî û destûrî ji bo misogerkirina mafên Kurdan û xurtkirina nenavendîbûnê vedike.

Koçberên ji Serêkaniyê ji hikûmeta veguhêz û parêzgarê Hesekê daxwaz kirin ku mercên vegera wan a bi ewle li warê xwe peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Çilaxayê gotin, QSD`ê ne tenê hêzeke leşkerî bû, lê di heman demê de projeyeke nîştimanî ya yekgirtî bû ku civaka Sûriyeyê ji êriş, fitne û parçebûna mezhebî û neteweyî parast. Şêniyan diyar kir ku QSD‘ê derbasî pêvajoyeke nû ya mîsogerkriina destkeftî û mafên gelan dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)