Hunermendên li Hesekê banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir

Hunermendên bajarê Hesekê bang li gelê Kurd ê li Rojava kir ku bi coş beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bibe. Hunermendan diyar kir ku beşdarbûna pîrozbahiyan derfetek e ji bo xurtkirina yekitî û hevgirtinê.

Hunermendên li Hesekê banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir
17 adar, 2026   05:10
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Bi nêzîkbûna Newrozê re, amadekariyên pîrozbahiyan zêde bûne, komên hunerî û şanoyê amadekariyan dikin ku berhemên nû pêşkêş bikin. Hunermend û stranbêjên Hesekê li ser amadekariyên xwe ji ajansa me re axivîn.

Hunermend, stranbêj û helbestvan Ehmed Hemza diyar kir ku Newroz tê wateya "roja nû" û efsaneya Kawayê Hesinkar ku dawî li desthilatdariya Zehak anî, bi bîr xist.  Hemza diyar kir ku ev cejn nîşana aştî û hêviya destpêkek nû ye û li ser pîroziya Newrozê helbestek xwend.

Hunermend Renda Abdulaader Fatmê diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd semboleke bingehîn e û da zanîn ku ew amadekariyên pêşkêşkirina berhemên hunerî, muzîk û şanoyên nû dikin. Rendayê hêviya xwe ji bo beşdarbûna berfireh a gelê Kurd di pîrozbahiyên îsal de anî ziman, û rêzgirtina xwe ji bo şehîdan jî anî ziman.

Stranbêj Mihemed Bedran diyar kir ku Newroz cejneke aştiyê ye û hatina wê bi demsala biharê re sembola destpêka jiyaneke nû ye. Bedran diyar kir ku Newroz di dîrokê de bûye sembola berxwedana li hember zilm û zordariyê. Bedran hêviya xwe anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bibin derfetek ji bo aştî û biratiya di navbera gelan de û dawî li her cure zilmê bîne da ku hemû civak azad û bi rûmet bijîn.

(k)

ANHA