Siyasetmedar Fethullah Hiso: Bi geşedanên li Îranê re yekitiya Kurdan bûye pêdiviyeke lezgîn

Endamê Ofisa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Fethullah Hiso diyar kir ku pêşketinên bilez ên li Îranê hewce dike ku hêzên Kurdan amade bin. Hiso got yekitiya Kurdan li seranserê Kurdistanê ji ber veguherînên herêmî bûye pêdiviyek lezgîn.

Siyasetmedar Fethullah Hiso: Bi geşedanên li Îranê re yekitiya Kurdan bûye pêdiviyeke lezgîn
17 adar, 2026   06:25
HESEKE
BILIND HACÎ

Bi berfirehbûna qada şerê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA)-Îsraîl û Îranê re, diyar dibe ku hilweşandina rejîma Îranê tenê bi êrişên hewayî pêk nayê. Li aliyekî din, tê gotin ku bûyer dikarin veguherin destwerdaneke bejayî ji bo guhertin an hilweşandina rejîmê. Ev yek balê dikişîne ser hêzên dijber ên li Îranê, bi taybetî partiyên Kurdan. 

Der barê mijarê de endamê Ofisa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Fethullah Hiso ji ajansa me re axivî.

‘DERFETEKE DÎROKÎ’

Fethullah Hiso diyar kir ku rewşa li Îranê bi giştî û rewşa gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, mijareke girîng e. Her wiha da zanîn ku nifşên berê yên Kurdan li bendê bûn dewletên ku beşên Kurdistanê dagir kirine lawaz bibin da ku rê li ber Kurdan vebe ku mafên xwe bi dest bixin, wekî çawa li Iraqê û Sûriyeyê qewimî ku Kurdan hin destkeftiyên siyasî bi dest bixin.

Hiso destnîşan kir ku dibe li Îranê rewşeke wiha çêbe û da zanîn ku sedemên êrişa li ser Îranê ne diyar in; bi bernameya wê ya nukleerî yan bernameya wê ya mûşekên balîstîk ve girêdayî ne, yan jî armanca wan guhertina rejîmê ye, yan jî ev tişt hemû ne.

Hiso rave kir ku divê Kurdên li Îranê amade bibin û diyar kir ku yekitiya Kurdan di vê qonaxê de gava bingehîn e. Hiso destnîşan kir ku nêzîkbûna di navbera 6 partî û hêzên Kurdên Rojhilat de di vê demê de gaveke erênî ye.

‘DIVÊ GARANTÎ HEBIN’

Hiso got di qonaxa pêş de îhtîmal gelek in, îhtîmalek jî ew e ku hêzên Kurdan bikevin şer. Lê pêdivî bi garantiyan heye da ku pêşî li dubarebûna tiştê ku li deverên din ên Kurdistanê qewimîn wekî encamek polîtîkayên nakok ên DYA’yê û hêzên navneteweyî li wir rû nedin, ji ber ku siyasetê DYA`yê nakok e, dibe ku li ser hesabê gelê Kurd hin lihevhatinên navneteweyî bike.

Hiso bang li hêzên siyasî yên Kurdan kir ku bi baldarî li hember polîtîka û berjewendiyên guherbar ên dewletan tev bigerin û diyar kir ku ev berjewendî pir caran pîvanên exlaqî û mafên gelan derbas dikin.

Fethullah Hiso di dawiyê de diyar kir ku di vê qonaxê de ku dijberên Kurdan qels dibin, pêkanîna yekitiya Kurdan li seranserê Kurdistanê bêtir pêkan e. Hiso daxwaz kir ku li her beşeke Kurdistanê kongre werin lidarxistin da ku lêvegerên siyasî yên werin avakirin biryaran bidin û di encamê de kongreya neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin û stratejiyeke hevbeş a siyasî, leşkerî û aborî were pêşxistin ku Kurd bikarin li gorî veguherînên mezin ên li herêmê tev bigerin.

(k)

ANHA