Dayika koçber hesreta xwe vegera li Serêkaniyê vedibêje

Eyşa Ataş a koçbera ji Serêkaniyê êşa koçberiyê a li stargehan vegot. Eyşayê diyar kir ku xewna wê ya yekane vegera ewle û birûmet a ji bo bajarê wê ye.

Dayika koçber hesreta xwe vegera li Serêkaniyê vedibêje
17 adar, 2026   03:45
HESEKE
BILIND HACÎ

Salên koçberiyê yên dirêj jiyana di stargehan de kiriye êşeke rojane, odeyên teng, bîranînên giran û hêviyên vegera bajarên ku ew neçar man ku li dû xwe bihêlin, êşa koçberan giran dike. Yek ji van çîrokên koçberiyê, çîroka Eyşa Ataş e ku êşa bi hezaran koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî vedibêje.

Eyşa Ataş 60 salî ye, dayika 6 zarokan e û 2 ji wan; Ferhad û Xalid, şehîd bûne. Ew bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye û niha li Dibistana Merwan Yusif a li Hesekê dijî ku ji bo koçberan bûye stargeh.

Eyşa Ataş bi aramî li gel hevjînê xwe yê ku wefat kir û zarokên xwe li mala xwe ya nêzîkî herêma pîşesaziyê ya li rojhilatê bajêr dijiya.

Eyşa şerê yekem ê li ser bajêr di dawiya sala 2012`an de bi bîr tîne, dema ku ew rastî zehmetiyên mezin hatin. Eyşayê diyar ku kêliya koçberiyê yek ji ezmûnên herî dijwar bû ku wê heya niha derbas kiriye û got: "Hevjînê min bi xemgîniyeke kûr ji bo bajarê xwe yê dagirkirî mir, hesreta bajarê dagirkirî ma di dilê wî de.”

Eyşayê di dewama axaftina xwe de got: “Ne tenê kêlî bûn, ew rojên dijwar û zehmet bûn. Em ji dibistanekê diçûn dibistaneke din, bê stargeh. Em her roj li cihekî cuda bûn. Ew rojên dijwar bûn û niha jî dijwar in.”

Eyşayê got: "Serêkaniyê bi mirovên xwe yên dilovan û comerd xweşik bû. Me qet mirovên wekî wan nedîtine, ew ji hev û ji her kesî hez dikin.”

Eyşa da zanîn ku ew ji van rojên ku di nav dîwarên dibistanan de, dûrî xizm û zarokên xwe, westiyane û wiha dawî li axaftina we anî: "Piştî salên koçberiyê tiştê ku em dixwazin vegera ewle ye. Divê em bi zarokên xwe re vegerin da ku ew parastina me bikin. Em vegera birûmet û ewlehiyê, li kêleka hêzên xwe dixwazin. Ger hêzên me yên ku me diparêzin ne li wir bin, em venagerin."

(k)

ANHA