Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin

Hunermendên Helebê amadekariya derxistina klîba “Em bernadin dîlanê” dikin. Klîb li ser berxwedana Bendava Tişrînê, fedakariya şervan û şêniyan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
Hunermendên Helebê klîba "Em bernadin dîlanê" amade dikin
18 adar, 2025   06:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Hunermendên bajarê Helebê dest bi kişandina klîba “Em bernadin dîlanê”, ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd û îradeya wî ya parastina xak û destkeftiyên xwe, kir. Klîb li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tê kişandin.

GOTINÊN STRANÊ: DESTANA BERXWEDANÊ

Awaz û nivîsandina stranê yên hunermend Baran Dilbihar in. Stran li ser destanên lehengiyê yên li Bendava Tişrînê hatine kirin ku şervan û nobedar mil bi mil li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê disekinin, tê çêkirin.

Di stranê de hunermend soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin û rastiya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dikin. Di stranê de fedakariya her du rojnamevanan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bendava Tişrîn şehîd bûne, tê bibîranîn.

TÎMÊN HUNERÎ YÊN BEŞDAR

Di klîbê de Koma Agirî ya stranan û Koma Stêrkên Efrînê ya folklorî ku her du girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê ne, beşdar in.

Amadekariya klîbê ji destpêka meha Sibatê ve tê kirin.

Endama Koma Agirî Laçîn Îbrahîm ku ew bi dengê xwe di klîbê de beşdar e ji ajansa me re got: “Ji bo ku em stranê bê şaştî pêşkêş bikin, me gelek perwerde dîtin, da ku em peyama piştgiriyê ya ji bo berxwedana Bendava Tişrînê baş ragihînin û sekna xwe li kêleka berxwedêrên li wir nîşan bidin.”

MÎRASA HUNERÎ TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DIDE

Berî vê klîbê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê her du stranên “Welato” û “Roja Qîretê” derxistin, ev jî di çarçoveya xebatên hunerî yên li ser têkoşînê û yekitiya niştîmanî de ye.

PEYAMEK JI BO CÎHANÊ

Klîba nû ne tenê karekî hunerî ye, her wiha ew ji bo cîhanê peyamek e. Klîb îradeya gelê Kurd û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û parastina mafên xwe dikin, nîşan dide.

Çaverê ye ku klîb di demeke nêz de were weşandin û ew jî li mîrasa hunerî ya li ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û rûmetê zêde bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh hunermendên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê klîbek bi navê “Sûriyayê Bixemilînin” derxist. Klîb balê dikişîne ser pirrengiya tevna civakî û çandî ya herêmê.

(mh/fr)

ANHA