Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Çekê me ji bo parastina herêmê ye

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand hemwextî bûyerên li perava Sûriyeyê meclisa wan çekê xwe danayne û ew ê parastina herêmê bidomîne.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Çekê me ji bo parastina herêmê ye
18 adar, 2025   03:45
SIWÊDA

Der barê bûyerên li qada Sûriyeyê û geşedanên li Siwêdayê de, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê Waêl Nadir ji ajansa me re diyar kir ku rêjeyeke baş ji komên çekdar ên parêzgeha Siwêdayê tev li Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dibe û hejmara wan jî baş e.

Nadir diyar kir ku nêrîna meclisê der barê pêşerojê de zelal e û bi parastina mafên welatiyan û aramiya Sûriyeyê re ye.

ÇEK JI BO PARASTINA HERÊMÊ YE

Nadir destnîşan kir ku hemwextî geşedanên li perava Sûriyeyê û komkujiyên ku desthilata Şamê pêk anîne, Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê biryar daye ku di vê demê de çekên xwe radest nakin û ew ê çekê ji bo parastina herêmê di destê xwe de bihêlin.

Nadir wiha domand: "Dema ku hikumetek rewa hebe ku mafên welatiyan misoger bike û biparêze, wê demê em ê çekê teslîm bikin. Wê demê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê hemû komên çekdar di bin bana hikumetê de kom bike û çekê bixin destê dewletê."

Nadir çeteyên "Ceyş Wetenî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û yên di bin siya hêzên desthilata Şamê de şermezar kir û diyar kir ku ew ne ceyşeke wetenî ye, lê belê ceyşa kujer e û xwe dispêre olperestî, mezhebperestî û etnîkî û sûcên ku li perava Sûriyeyê ji serjêkirin, qetilkirin û koçberkirinê pêk anîne, tu rêzê ji mafên welatiyan û ruhê neteweyî re nîşan nadin.

TÊKILIYÊN MECLISA LEŞKERÎ YA SIWÊDAYÊ BI QSD'Ê RE

Nadir diyar kir ku di navbera Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê û hemû pêkhateyên li qada Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî de têkiliyên xurt û berfireh hene û got: "Meclis ji bo hevkariyê destê xwe dirêjî hemû pêkhateyan dike, di nav de jî birayên me yên li rojhilatê Firatê, anku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)."

Nadir destnîşan kir ku meclis ji bo pêkanîna aramiyê û misogerkirina mafên gelê Sûriyeyê hevkarî û yekitiyê bi hemû aliyan re bi pêş dixe.

(mh/fr)

ANHA