Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin

Ji sala 2018’an ve herêma Efrînê ya bakurê Sûriyeyê di dîroka xwe ya nûjen de di dijwartirîn serdem re derbas dibe. Di wê salê de artêşa Tirk a dagirker êrişeke leşkerî li dijî herêmê pêk anî, bi wê re guhertinên demografîk hatin çêkirin û cihên wê yên dîrokî û xweza hatin wêrankirin. Tevî derbasbûna salan hîna jî êşên Efrîniyan berdewam in û li hemberî wê jî berxwedan û îsrara şêniyên wê ji bo standina maf û xaka xwe dewam dike.

Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
Efrîn.. trajediyeke berdewam û berxwedaneke nayê şikandin
18 adar, 2025   05:05
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê, ya ku rûbera wê nêzî 3 hezar û 850 kîlometre çargoşe ye (2% ji rûbera Sûriyeyê) êrişeke berfireh pêk anî. Di wê êrişê de, dewleta Tirk a dagirker hemû derfet û pêkanên xwe yên leşkerî bi kar anîn û desteka lojîstîk û leşkerî jî pêşkêşî çeteyan kir, da ku li kêleka wê şer bikin. Di roja yekê ya êrişê de 72 balafirên şer li esîmanê herêma Efrînê geriyan û deverên cuda bombebaran kirin.

Êriş 58 rojan dom kir û di wan 58 rojan de şêniyên Efrînê berxwedaneke bêhempa da meşandin. Lê ji ber giraniya êrişên hewayî û yên bejayî û pêkanîna gelek komkujiyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryar da ku şêniyan derxin.

Di 18’ê Adara 2018’an de piştî berxwedaneke bêhempa dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir. Di serdema dagirkeriyê de deverên şûnwarî yên Efrînê hatin talankirin û wêrankirin, kêlên goran hatin şikandin, demografiya wê hat guhartin û daristanên wê hatin birîn û şewitandin. Di encama wê êrişê de nêzî 498 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 300 hezar bi darê zorê hatin koçberkirin.

Li gorî raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye, rêjeya Kurdan li Efrînê beriya êrişê ji sedî 97 bû, lê piştî ku çeteyan şêniyên resen koçber kirin û malbatên xwe di herêmê de bi cih kirin, ew rêjeya Kurdan bû ji sedî 20 û ya çeteyan û malbatên wan ên biyanî bû ji sedî 80.

 TRAJEDIYA KOÇBERIYA DUBARE

Şêniyên Efrînê piştî koçberiyeke giran li herêma Şehba û Til Rifetê li ber xwe da. Lê careke din di 2’yê Kanûna 2024’an de êriş li dijî wan hat pêkanîn û di encamê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destwerdan kir û rêyeke ewle ya mirovî ji bo derxistina koçberan ber bi herêmên ewle yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, vekir.

Malbatên ku nikaribûn tev li karwanên koçberan bibin jî ji aliyê çeteyên “Emşat û Hemzat” ve rastî sûcên herî qirêj ên kuştin û serjêkirinê hatin.

TEVÎ GUHARTINÊN SIYASÎ SÛC DIDOMIN

Ji dema dagirkirina Efrînê ve heta roja îro sûcên li dijî şêniyên wê ranewestiyane. Tevî ketina rejîma Baas, wergirtina desthilata Şamê ji hêla Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve û lidarxistina qaşo “Kongreya Serkeftinê” di 29’ê Çileyê de ku tê de serkirdeyên 18 komên çekdar fesihkirina xwe û tevlêbûna li nava saziyên desthilata Şamê ragihand, lê çeteyên “Emşat û Hemzat” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gorî biryarên kongeyê tev negerîn û girêdana xwe bi dewleta Tirk a dagirker re qut nekir.

PAŞGUHKIRINA BIRYARÊN ‘KONGREYA SERKEFTINÊ’

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker pabendî biryarên qaşo “Kongreya Serkeftinê” nebûn û xwe derveyî desthilata Şamê dîtin. Piştî ketina rejîma Baas’ê, tevî ku ji wan re derfet hat vekirin ku vegerin gund û bajarên xwe, lê belê tenê kêmek ji wan bi malbatên xwe re ji gundên Efrînê ber bi hundirê Sûriyeyê ve vegeriyan, da ku dewleta Tirk a dagirker wan bi darê zorê nebe şerê li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê.

Hêviya vegerê hîna li gel xelkê Efrînê didome û ji bo wê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn û berxwedana xwe didomînin û beşdarî gelek çalakiyên civakî, xizmetguzarî, siyasî û hiqûqî dibin û diyar dikin ku ew bi îsrar in ku mafên xwe bistînin û jinûve civaka xwe ava bikin.

(mh/fr)

ANHA