Hunermendekî di êrişa çeteyan de jiyana xwe ji dest da

Hunermend Mihemed Elî Hesen Hebîb ku di encama êrişên çeteyên hikumeta veguhêz de li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû, jiyana  xwe ji dest da.

Hunermendekî di êrişa çeteyan de jiyana xwe ji dest da
13 ÇILE, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Efrîn El An ragihand ku hunermend Mihemed Elî Hesen Hebîb ê ji Efrîna dagirkirî ku di encama êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû, roja Şemiyê (10 Çile) jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyan diyar kir ku dema xizmên wî xwest cenazeyê wî bibin Efrînê, li benda kontrolê ya Ewarid a li taxa Şêxmeqsûdê, çeteyan 2 kes ji malbata wî girtine.

Li gorî agahiyan kesên girtî, kurê wî Qasim Mihemed Hebîb (22) û zavayê wî Remedan Hesko ne û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

(k)