Veysi Aktaş: Divê statuya ku cihê birêz Abdullah Ocalan lê bimîne bê diyarkirin

Veysi Aktaş ku di Newroza Bajarê Wanê de axivî, got: "Pêdivî ye ku statuya cihê ku Rêber Abdullah Ocalan lê bimîne bê diyarkirin. Divê dewlet û desthilat zû tevbigerin da ku şert û mercên Rêber Apo ji bo danûstandinên demokratîk guncaw bin."

22 adar, 2026   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Newroza Wanê de ku bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat lidarxistin û bi sed hezaran kes beşdar bûn, piştî Koma Rojhilat, Kevser Akçelîkê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend ku duh di Newroza Amedê de hat ragihandin. 

Paşê Veysi Aktaş axivî. Veysi Aktaş diyar kir ku encamên hilbijartina herêmî ya 2024'an a Wanê li Îmraliyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve wekî encameke "dîrokî" hatiye nirxandin. Aktaş, bal kişand ser bandora herêmî ya 14 şaredariyên ku li Wanê bi dest ketin û got ku encam bi vîna rêxistinkirî ya gel bi dest ketiye.  Aktaş ku got "Gelê Wanê gotina dawî got" bilêv kir ku tevî zextan jî gel vîna xwe parastiye. Aktaş bal kişand ser rola jin û ciwanan a di têkoşînê de û got ku ev dînamîzim diyarker bûye.  

Aktaş bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Abdullah Ocalan da destpêkirin û got ku çaresserî bi rêbazên diyalog û aştiyane pêkan e û komara demokratik bingeha wekhevî, azadî û edaletê ye. 

Aktaş di axaftina xwe de destnîşan kir ku rêbaza danûstendina demokratik ger di navbera aliyan de wekî rêbaza bingehîn hatibe diyarkirin, nexwe divê alî xwedî şert û mercên wekhev bin û got: "Pêdivî ye ku statuya cihê ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan lê bimîne bê diyarkirin. Divê dewlet û desthilat zû tevbigerin da ku şert û mercên Serokatî ji bo danûstandinên demokratîk guncaw bin." 

 Aktaş destnîşan kir ku di rewşa heyî de aştî ji bo wan tenê ne armancek e, têkoşîna gel bixwe ye û got: "Têkoşîna li dijî netewprestiya ku gelan bera hev dide."

 Aktaş di dawiya axaftina xwe de hemû beşdaran silav kir û got ku wekî di hilbijartinên herêmî de hemû gel vedixwîne xwedîderketina li berprisiyariyan.

 Piştî axaftina Aktaş, girseyê bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.