Hunermendê li Tişrînê: Erka hunermendan e ku di nava gelê de xwe bin

Hunermend Aycan Kobanê ji 15ˈê Çileyê ve bi stranên xwe nobedarên parastina Bendava Tişrînê diçoşîne û diyar kir ku diyar kir ku erkeke hunermendan jî ew e ku di nava gelê xwe de bin û got “Gel ji bo aştiyê li vir e.”

Hunermendê li Tişrînê: Erka hunermendan e ku di nava gelê de xwe bin
17 ÇILE, 2025   14:38
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Nobeta gel a parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja xwe ya 9ˈan de dewam dike.

Hunermend Aycan Kobanê ji 15ˈê Çileyê ve tevî şêniyên kantona Firatê li Bendava Tişrînê nobetê digire. Hunermend Aycan bi lêdana tembûrê û stranên xwe yên şoreşgerî û neteweyî moralê dide nobedaran. Her roj bi dehan nobedar li dora Aycan Kobanê kom dibin û li stranên wê guhdarî dikin.

Aycan Kobanê diyar kir ku Bendava Tişrînê xizmeta tevahî herêmê dike, eger hilweşe dê karaseteke mirovî çêbe.

Aycan Kobanê anî ziman ku wezîfeya hunermendan e ku li nav gelê xwe bin û moralê bidin wî û wiha domand: "Erka hunermendan e ku bi gelê xwe re li bendavê bin. Ev gel ji bo parastina bendavê û ji bo aştiyê li vir e."

Kêliya ku hunermend Aycan ji ajansa me re diaxivî, Bendava Tişrînê bi dijwarî hat bombebarankirin. Aycan Kobanê got: "Binêrin çawa li me didin. Ma gelo hêzên navneteweyî van êrişan nabînin?"

(bb)